yeni adresimiz:www.yurtsevergenclik.net.tc
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.
yeni adresimiz:www.yurtsevergenclik.net.tc

özgürlüðe her zamankinden daha yakýnýz
 
AnasayfaAnasayfa  PortalliPortalli  Latest imagesLatest images  AramaArama  Kayýt OlKayýt Ol  Giriþ yap  

 

 Kurdolojî = Kurdzanî

Aþaða gitmek 
2 posters
YazarMesaj
Êvar
aktif üye
aktif üye
Êvar


Mesaj Sayýsý : 63
Yaþ : 35
Kayýt tarihi : 26/10/07

Kurdolojî = Kurdzanî Empty
MesajKonu: Kurdolojî = Kurdzanî   Kurdolojî = Kurdzanî Icon_minitimePaz Ekim 28, 2007 4:31 pm

KURDOLOJÎ = KURDZANÎ

Remzi Rojhilat


Tarih: 31 _DECEMBER 2006 Pazar

Hebûnî, ji hebûniyên din cûda taybetiyan di xwe de dihewîn e. Yanê taybetiyên her hebûnî ji hebûniyên din cûda ye. çawa? Mînak, taybetiyên mirovahiyê ji taybetiyên ajalan cûda ne. Ew jî di nav xwe de cûr be cûr taybetiyan di xwe de dihewînin. Tevahiya taybetiyan em karin wek nasname binav bikin. Yanê nasname; tevahiya taybetiyên hebûnî ye. Ji bo zanîna nasnamê jî divê tu li ser wê/wî likolîn li darbixî ku tu wê/wî binasî. Em bên ser mirovahiyê. Li ser erdnîgariya dinyayê bi hezaran nijad dijîn. Nasnama van nijadan ji hev û din cûda ne. Li dinyayê cûr be cûr raman hene, hin raman dixwazin nasnama nijadên din binasin, li ser wê nijadê lêkolîn li dar dixin. Hin raman jî ji bo pêþeroja ramana xwe dixwazin vê/wê nasnamê tune bikin, wê nijadê ya bi tevkujian tunne dikin yan jî bi polîtîkayên xwe yên sosret diguherînin(asîmîle) xwe. Nijada kurdan di vê mijarê de pirr zordestî û nederfetî dîtî ye. Ji wê belê lêkolîna li ser kurd û kurdistanê ji aliyê lêkolînerên biyan ve dest pê kiri ye.Yanê heger tu bixwazî kurdan binasî, divê tu li ser kurdan lêkolîn li darbixî. Yê/Yên ku vî kara dide/didin ser milê xwe xwedîtiya vê pîvana lêkolînê û pisporiya vê mijarê di xwe de dihewîn e/dihewîn in.

B) ETîMOLOJIYA "KURDOLOJî"Yê û DîROKA Wê

Kurdolojî ji du peyvan ava bûye; "Kurd" û "lojî". Ev jî li gor peyvsaziyê, peyvek hevedudanî ye. Kurdolojî li gor çavkaniyên kurdolojiyê li gor avasaziya zimanê fransi hatiye çêkirin:Kurdologîe(îng.Kuýrdology, ît.Kurdologîa, Hol.Coerdologî). Kurd; navê gelekî ye, nijadek e. Lojî ango logos ji zimanê yûnanî tê û gellek wateyê wê hene:lêkolîn=agahî, axaftin û mantiq. Her wiha wek hûn jî dizanin peyva lojî, di afirandina wek navên zanistî yên sosyolojî, etnolojî, biyolojî, piskolojî de jî tê bikaranîn. Li gor bingeh û etîmolojiya "lojî" ya bihevvebûna kurdolojîyê, wateya "agahî=lêkolîn" lê bar dike. Li hember peyva "lojî" peyvên "nasî" û "zanîn" (kurdnasî, kurdzanî) jî tên bikaranîn. Li hember peyva kurdolog jî kurdnas û kurdzan tê bikaranîn. Wate û armanca têgîhîna kurdolojî û kurdzanî û kurdnasî wek hevin. Lewre, heger em peyvên "zanîn" û "nasîn" rave bikin weke wateya lojî ango weke wateya logos diyar dibe; zanî, ji zanebûnê, nasî jî ji nasandinê tê, heger tu li ser wê hebûniyê lêkolîn li dar bixî û dawiya wê lêkolînê de der heqê wê hebûniyêde agahî diyar dibe. Bi diyarbûna wê agahiyê, di me de zanîn yan jî nasîn hiltê, yanê zanîn ango nasîn çê dibe. Têgîhîna Kurdulojî û kurdolog ji aliyê lêkolînerên biyanî ve hatiye afirandin. Kurdzanî û kurdzan jî ji aliyê lêkolînêrên herêmî(yên Kurdan) ve hatiye afirandin. Lewre her lêkolîner li gor zimanê xwe peyvan diafirî ne. Ji çavkaniyên Kurdolojiyê diyare ku berê sazkirina Kurdnasî û Kurdzanî, Kurdolojî hatiye afirandin. Ji viyan jî ev rave derdikeve ku li erdnîgariya Kurd lê dijîn, herî pêþiyê lêkolînerên biyan li ser Kurdan lêkolîn kiri ne.

Dîroka bikaranîna peyva kurdolojiyê heta nuha di tu çavkaniyan de dîrokek zelal nîne, lê em karin bibêjin ku peyva kurdolojiyê bi lêkolînên li ser kurd û kurdistanê ve girêdayî ye. Ev lêkolîn jî di sedsala 18. de dest pê kiriye.

C) XEBATêN YEKEMîN YêN LI SER KURDOLOJÝYê

Xebata Kurdolojiyê ya yekemîn ya bi navê "Rêziman û ferhenga zimanê Kurdî" lêkolînerê îtalî Maûrîzîo Garzonî ye. "Garzonî, 1762 yan de li bajarê Mûsilê dest bi xabata olî kiri ye û piþtî vê xebatê derbazê bajarê Amîdiyê bûye. Nêzîka 20 salan jiyana xwe di nav kurdan de derbaz kiri ye. Garzonî berhema xwe di nava salên 1764-1770 de amade kiri ye û di sala 1787 de li Romayê diweþî ne. Xebata Garzonî ya ji 288 rûpelan pêk tê vediqete 2 beþan: rêziman û ji ferhenga îtalî-Kurdî ya 220 rûpelan pêk tê. Di vê ferhengê de nêzîka 4600 peyv cih digre. Garzonî bi weþandina vê berhema xwe bala gelek zimanzan û oryantalîstên(rojhilatnasî) ewrûpî ya li ser kurdî xurtir kir" (1) . Piþtî derbazbûna 60 sal ya berhema "Rêziman û ferhenga zimanê Kurdî", li ser zimanê kurdî lêkolînên zanyarî ji alî zimanzanên Elmanî, E. Rödîger û A.F. Pott ve hatiye nivîsandin. Lêkolîna van du zimanzanên Elmanî bi navê "Lêgerîna Kurdî"(Kurdîsche Studîen) tê weþandin. Bi vê weþandinê cara yekem di çavkaniyên navnetewî de "Lêgerîna Kurdî" derbaz di be. Piþtî van pêþketinan bi taybetî 1934 de li Erîwanê bi Kongra Kurdolojî ya Yekemîn, bêjeya Kurdolojiyê di çavkaniyan de pirr derbazbûyîn û bikaranîn dest pê dike. Berhemên herî pêþiyê ji alî lêkolînerên biyanî ve hatine weþandin. Ew jî ji rêwîtiya wan a rojhilat û ji dîtinên wan pêk tê. Lêkolînerên ji bo lêkolînê li kurdistanê rêwîtî kirine û rêwîyên ku ji bo bazirganiyê li kurdistan û rojhihilatanavîn rêwîtî kirine li gor wê demê dîtinên xwe bi þêweya zanistî rast kirine. û wek xebatên kurdolojiyê hatine pejirandin yan jî wek belgeyên kurdolojiyê hatine afirandin. Li gor çavkaniyan, lêkolînên kurdolojiyê herî pirr ji encama bazirganiya rêwîtiyê ya sedsala 18. û 19. de hatiye çêkirin.

D) RAVEKÝRÝNA KURDOLOJIYê û BEÞêN KURDOLOJIYê

Der heqê ravekirina payva kurdolojiyê de heta nuha pirr nasandin hatiye nivîsandin û hatiye gotin. Hewce nîne ku em wan nasandina rêz bikin, heger em kurtasî kurdolojiyê rave bikin: Kurdolojî; Tevahiya taybetiyên borî û yên nuha yên gelê kurd û kurdistanê bi þêweya zanistî û bi forma niviskî nivîsandine. "Eger miletek hebe zanîn jî li ser wê çê dibe. Ew zanîna ku bi þêweya zanistî bi forma niviskî, li ser kurdan bê duristkirin, ew bi xwe kurdolojî ye. çarçova kurdolojiyê gelek fire ye: di kudolojiyê da zanîna li ser kurdan gelek beþan digre nav xwe: zanîna dîrokê, zanîna li ser ziman, wêje, zanîna etnologî, adet û rabûn û rûniþtadine gel, divê çaçoveyê da jiyana sosyal û aborî û diyanet e… her tiþt e" (2) . Xebatên Kurdolojiyê ku heta nuha hatine weþandin herî pir û herî pêþiyê li ser ziman e. Piþtî ziman mijarên olî, dîrok, erdnîgariya kurdistan, tevgerên netewî, wêje û folklor derdikevin pêþ. Di serê sedsala 20. de jî qadên lêgerînên girîng yên kurdolojî yê xebatên koka nijada gelê kurd digre. Ji bo destpêka kurdolojiyê ziman cihekî taybet û girîng digre. Lêkolînerê îtalî, Maûrîzîo Garzonî berê weþandina berhema xwe bîst sala di nava Kurdan de jiya ye. Ev tê çi wateyê? Ev dema tu biçî nav gelekî û bixwazî wî gelî nas bikî û li ser wî binivisî, divê herî pêþiyê tu zimanê wî hîn bibî û pê re têkîlî daynî. Ji ber vê ya ye ku lêkolînên li ser gelê Kurd, ji nasîn û hîn bûna zimanê Kurdî dest pê dike. Kurdolojî gelekî fireh e, heger em van beþana ji hev veqetînin:

Ziman
Wêje
Dîrok
Ol
Folklor
Sosyolojî
Aborî
Huner
Arkeolojî
Polîtîka
Me ev xalên ku li jor jimart hemî beþên Kurdolojiyê ye. Yanê kesekî(lêkolînerekî) weke kurdolog yan jî kurdzan bê binavkirin divê pîvana zanîna van hemî xalan di xwe de bihewîne. Kurdolog, têgîhênek ne teng e, têgîhênek fereh e, ne tenê kurdolog kurdolojî jî.

E) çAVKANÝYêN KURDOLOJIYê

çavkaniyên kurdolojiyê berî zayînê 2-3 hezar sala berê hebûn. Lê lêkolînên kurdolojiyê me li jor jî diyar kiribû, di sedsala 18. de dest pê kiri ye. çavkaniyên beþên kurdolojiyê yên herî kewn jî çavkaniyên arkeolojiyê ye. Bi ravekirina berên arkeolojiyê re derheqê kurd û kurdistanê de pirr tiþt zelal dibin. Ev tiþtaninan; ziman, dîrok, ol, huner, civak û hwd. Herêma cotkariyê ya herî kevn ya dinyayê kurdistan e. Ji bo wê ye ku gelên herî kevn, þarýstan, pirr oltî, pirr çandî û komarên herî kevn li ser axa kurdistanê jîya ye û hîn dijîn jî. û vana hemiyan li ser gelê kurd þop hiþtine.

çavkaniyên ziman, gel bi xwe ye yanê axaftina gel e û pê re jî çavkaniyên wê yê alîkar hene. û ew jî lêkolînên ku bi nivîskî hatine weþandin e. Evan lêkolînan ji aliyê kurdan ve hatine kirin, ji aliyê lêkolînerên biyan ve hatine kirin, yek e, pirsgirêk tun e. Ji aliyê her kesî ve tê pejirandin.

Wêjêya kurdan vediqete 2 beþan: 1. wêjeya devkî, 2. wêjeya nivîskî. Heger tu wêjeya devkî bikolî divê tu li nav gel bigerî, çîrokbêjan, dengbêjan guhdar bikî û not bigrî. Heger tu wêjeya nivîskî bikolî divê serî de tu tirkî, farsî û erewkî bizanibî. Lewre nivîskarên kurdan ji ber sedema zilm û zordestiyê bi zimanê deshilatdarên xwe nivîsîn e. Ne ku berhemên wan biyaniye, tenê fîstan biyani ye, weke têkîliya ruh, beden û fîstan. Ruh û beden bi kurdî ye fîstan jî biyan e. Xeynî van çavkaniyan li welat û li nav welatên biyan ji aliyê kurdan ve weþanxane, enstutî û saziyên yekitiya nivîskaran hitine vekirin. Di van saziyan de der heqê wêjeya nivîskî û wêjeya devkî de gellek belge, pirtûk, kovar û arþîv dihew in.

Ji ber sedema tunebûna Saziya Lêkolîna Dîrokê a Kurda, lêkolîna dîrokê geþ nebû ye. çavkaniyên dîrokê cûr bi cûr in. çavkaniyên berên arkolojiyê,çavkaniyên arþîvan ku li cûr be cûr komaran tê parêztin, çavkaniyên lêkolînên ku hatine weþandin, vana hemî ji bo lêkolînerê dîrokê çavkanî ne. Heger lêkolînerek yan jî dîrokzanek dîroka kurda bikole divê ji bo dîroka kevn zimanê mirî û nivîsên mixî bizanibe. Lew re ev ji bo encamek zelal pêwîste. Ne tenê zimanê mirî divê ji bo zanebûn û ravekirina arþîvan pirr zimanan jî bizanibe.

çavkaniyên beþên kurdolojiyê yên din jî vediqetin 2 beþan: 1. çavkaniyên nivîskî, 2. çavkaniyên zindî yanê jiyana gel e.


F) PERSPEKTîF


Di van salên dawî de der heqê kurdolojiyê de di kovaran de, di rojnameyan de, di radyo û televîzyonan de, di pirtûk û malperên înternetê de gellek weþan hatine weþandin û tên weþandin jî. Evana bi gelemperî berên xebatên takekesî ye. Lê vana qîmê geþbûna kurdolojiyê nake. Geþbûna kurdolojiyê bi vekirina saziyên kurdolojiyê yê li erdnîgariya kurdistanê ve girêdayî ye. Hata nu derfet tune bû, lê nuha baþûrê kurdistanê ev derfeta bi dest xistiyê. Di zanîngehên baþûrê kurdistanê de beþên Kurdolojiyê didin xwendin/tê xwendin, lê divê saziyên kurdolojiyê yên serbixwe bên vekirin û ji bo lêkolînan û ji bo kadroyan divê komara herêmê alîkariya aboriyê bide. Yanê di bin banê saziya kurdolojiyê de; saziya zimanê kurdî, saziya dîroka kurd, saziya wêjeya kurd, saziya polîtîka, saziya arkeolojî û hwd. li baþûrê kurdistanê vana hemî bên vekirin. Yeke din jî li turkiyeyê, li sûryeyê, li îranê û li welatên din bi hezaran saziyên kurdan hene. Evan saziyana girêdayî hev ninin, perçe perçe ne. Divê hemî saziyên kurdan di bin armanca neteweyî de bi hev ve bên girêdan. Evana hemî ji bo geþbûna kurdolojiyê hewceyek mezine, ne tenê ji bo geþbûna kurdolojiyê herî pirr jî ji bo pêþketina kurdan pêwîst e.


Not: (1) Rohat, paþeroja 200 salî ya zanista kurdolojiyê(1787-1987), r.30 weþanên deng
(2) Prof.Dr.Celîlê Celîl, kovara BîR,hejmar 1, r.21
Sayfa baþýna dön Aþaða gitmek
http://www.roj.forumup.com
Admin
Admin
Admin



Mesaj Sayýsý : 15
Kayýt tarihi : 25/10/07

Kurdolojî = Kurdzanî Empty
MesajKonu: Geri: Kurdolojî = Kurdzanî   Kurdolojî = Kurdzanî Icon_minitimePaz Ekim 28, 2007 4:35 pm

sýpas hevala heja
Sayfa baþýna dön Aþaða gitmek
https://yurtsevergenclik.yetkin-forum.com
 
Kurdolojî = Kurdzanî
Sayfa baþýna dön 
1 sayfadaki 1 sayfasý

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
yeni adresimiz:www.yurtsevergenclik.net.tc :: Foruma Kurdi-
Buraya geçin: